05 Aralık 2015
40 defa okundu

Bloka Aştiyê serdana Anli kir

Endamên Bloka Aştiyê ku ji bo sersaxiya Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hatin bajêr da ku der barê rûdanê û qewmînên herêmê agahiyan bigirin, hatin serdana Hevşaredar Firat Anli.

Şandeya ku Berdevkê Bloka Aştiyê Gencay Gûrsoy û rojnameger Nuray Mert jî pê re bûn, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli li meqamê wî dît. Gursoy, ji ber kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî daxwaza sersaxiyê li Şaredariya Bajarê Mezin û xelkê Amedê kir û der barê lêpirsînê de agahî ji Firat Anli wergirt. Anli, der barê qewmînên piştî kuştina Elçî de agahî dan û got, di ser kuştina Elçî re hefteyek der bas bû, ji ber ku li wê semtê derketina kuçeyê qedexe ye, bîranîna wî li ser gora wî hate kirin. Anli, da zanîn, tê xwestin serê bûyerê bigirin, lê her tişt zelal û li ber çavan e û got, divê lijneyeke serbixwe vê bûyerê vekole û demildest her tiştî derxe meydanê.

SENDE YORUM YAZ